Description slide 1 Description slide 2 Description slide 3 Description slide 4

Fermandariya Parastina Hevbeş a Herêma Şengalê destnîşan kir ku çiyayê Şengalê û hemû gundên li pal û qûntarên wan, di bin kontrola hêzên parastina hevbeş de ne û got: “Em soz didin gelê xwe yê Êzidî ku heta em Êzidîxanê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin û herêma Şengalê ya bi ewle radestî Kurdên xwe yên Êzidî bikin em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidimînin.”

Fermandariya Parastina Hevbeş a Herêma Şengalê ku ji gerîlayên HPG’ê, şervanên YPG’ê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê pêk tê, der barê rewşa herêmê û berxwedana tê nîşandan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku di 3’ê Tebaxê de li ser herêma Şengalê destpê kirin, bi sed hezaran Kurdên Êzidî berê xwe dane çiyayên Şengalê, baweriya xwe bi hêzên xwe yên parastinê aniye û wiha hate domandin: 

“Gelê me li hemberî êrîşên dijmirovahî xwe spartiye çiyayên ku di her tengasiyek û talukeyekê de hembêza xwe ji wan re vekiriye û bûye stargeha wan. Lewma baweriya xwe bi van çiyan û parazvanên gelê xwe aniye. Nexasim piştî xwe gihandine van çiyan jî banga parastinê li HPG û YPG kirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê xwe gihandine herêmê, fermandariya hevbeş ava kirine û wiha hate gotin:  “Me ji roja destpêkê ve li çiyayên Şengalê parastina gelê xwe kir. Niha çiyayên Şengalê û hemû gundên li pal û qûntarên wan, di bin kontrola Hêzên Parastina Hevbeş ên Herêma Şengalê de ye. Em vê herêmê diparêzin. Hemû gelê me yê li çiyayên Şengalê niha di nava ewlekariyê de ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê Hêzên Parastina Hevbeş ên Şengalê têkoşîna xwe bidomînin û wiha hate gotin: “Em soz didin gelê xwe yê Êzidî ku heta em Êzidîxanê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin û herêma Şengalê ya bi ewle radestî Kurdên xwe yên Êzidî bikin em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.

Cavkani: http://ku.firatajans.com/news/cihan/ciyaye-sengale-u-gunden-derdore-hatin-ewlekirin.htm

  • Keine Kommentare gefunden
Sunday the 23rd. kiwex.com - Joomla Templates