Description slide 1 Description slide 2 Description slide 3 Description slide 4

ŞENGAL- Yek  ji şervanê Yekineya Berxwedana Şengalê Ehmed Xelek welatiyê gundê Bilîc yê girêdayî Şengalê ye, bi şervanên YBŞ`ê re ji bo parastina rûmeta gelê xwe şer dike, Ehmed da zanîn ku şehadeta rast ew e ku ji bo ax û rûmeta gelê xwe canê xwe feda bikî.

Di dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê pêk dianîn, bi hin ciwanan re ji bo parastina ax û rûmeta xwe, piştî ku HPG’e gihişt herêmê Xelef tevlî nava refên YBŞ`ê bû. 

Di lêgerînên nûçegihanên ANHA`ê li navçeya Şengalê alîkariya ku HPG`ê bi herêmê kirî, xelef piştî ku HPG û YPG tên ji bo parastina  kurdên Şengalê, ji çiyan dadikeve xwarê cihê xwe di nav eniyên şer û YBŞ`ê  de digire.

Xelef da zanîn ku berdana Şengalê û rev li hember çeteyên DAIŞ`ê şerme, soza da malbata xwe li Rojava bi cih bike û vegere cihê xwe di nav refên YBŞ`ê bigre.

Xelef diyar kir ku HPG`ê alîkarî dan hezaran Êzdî derbazî Rojavayê Kurdistanê bibin, ji bo ku ji komkujiya çeteyên DAIŞ`ê yên li hember mirovahiyê, zarok, jin û zarok pêk tine rizgar bibin.

Xelef bang li hemû ciwanên Şengalê kir ku tevlî nava refên YBŞ`ê bibin, mil bidin milê  HPG`ê ji bo parastina rûmeta axa xwe şer bikin. Şehadeta rast ew e ku ji bo ax û rûmeta gelê xwe canê xwe feda bike

 

Cavkani: http://www.hawarnews.com/kurdi/index.php?option=com_content&view=article&id=13954:-ehadeta-rast-ew-e-ku-tu-xwe-feda-biki-ji-bo-rumeta-xwe-&catid=34:nuce&Itemid=53

  • Keine Kommentare gefunden
Saturday the 27th. kiwex.com - Joomla Templates