Description slide 1 Description slide 2 Description slide 3 Description slide 4

TIL TEMIR – Meclîsa Parastina Gundên Xabur a Asuriyan, destnîşan kir ku wan ji bo koçberên Şengalê 23 gundên xwe yên di navbera Til Temir û Hesekê de hazir kirine û ew amade ne her cure alîkariyê bikin

Rêveberê Meclîsa Parastina Gundên Xabûr a bajarê Til Temirê ku ji Asûriyan pêk tê, Dawûd Enter Cindo diyar kir ku wan ji bo pêşwazîkirina koçberên Şengalê 23 gundên xwe yên di navbera bajarên Til Temir û Hesekê de amade kirine.

Cindo da zanîn ku piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş û komkujî li dijî kurdên Êzidî pêk anîn û bi hezaran hatin koçberkirin, wan bi înîsyatîfa xwe ev gav avêtiye û wiha got: "Birayên me yên Êzidî ku bi netew û ola xwe girêdayî ne ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve rastî bûyerên bi êş tên. Çete bi armanca wêrankirin û talankirinê êrîşî pîrozgehên Êzdiyan kirin da ku bermahiyên şaristaniya gelên herêmê winda bikin."

Sunday the 23rd. kiwex.com - Joomla Templates