Description slide 1 Description slide 2 Description slide 3 Description slide 4

Şervanên YBŞ'ê yên li gel hêzên HPG/YJA Star û YPG/YPJ'ê di Pêngava Azadkirina Şengalê de roleke aktîf dilîzin, biryardariya xwe ya paqijkirina Şengalê ji çeteyên dijminê mirovahiyê anîn ziman û bang li keç û xortên Êzidî yên ji ber êrîşan neçar man Şengalê biterikînin kir, ku vegerin û êdî Şengala xwe bi xwe biparêzin.

 

 

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku li gel hêzên HPG/YJA Star û YPG/YPJ'ê di Operasyona Azadkirina Şengalê de bi awayekî aktîf cih digirin, armanca vê oeprasyonê û bendewariyên ji sala nû, ji ANF'ê re nirxandin.

CEWAHÎR SERXWEBÛN: Di 19’ê Kanûnê Cejna Êzidiyan de me dest bi Pêngava Azadkirina Şengalê kirin. Ev pêngaveke mezin bû. Me soz dabû civaka xwe ya Êzidî ku heta dilopek xwîna me hebe em ê ji bo azadkirina Êzidxanê, Şengalê têbikoşin. Wek şervanên Tawisî Melek, şervanên YBŞ’ê em berxwedana me didome. Wê sala 2015’an bibe azadiya gelê mey ê Êzîdî. Wê ti tiştek ji van qirêjên çeteyên DAIŞ’ê nemîne. Wek hêzên YBŞ’ê em bi HPG, YJA Star û YPG’ê re me li hember van çeteyên DAIŞ’ê yên qirêj berxwedana me didome. Em hêz û manewiyateke mezin ji Rêber Apo werdigirin. Civaka me ya Êzidî ku heta roja me ya îro îbadet û baweriya xwe dike, Rêber Apo jî li ser vê dibêje qenc bifikire, qenc biaxive û di emel de qenc pêk bîne. Em ê li ser vî esasî tevbigerin û Şengalê azad bikin. 

YEK JI ÇETEYAN JÎ WÊ LI VAN DERAN NEMÎNE

Bila civaka me ya Êzidî jî bawer be, li vir berxwedan bi moral û manewiyateke mezin şer tê meşandin. Em ê van çeteyên qirêj ji van deran derxin û wê ev yek wan jî li van deran nemîne. Hêzên hevbeş şerekî herî dijwar dide meşandin. Di pêşerojê de wê yek ji wan nemîne. Civaka me yê Êzidî jî piştî wê dikarin werin bizivirin war û welatê xwe yê herî muqedes Şengalê. Bila werin, Laleşa Nûranî, Şerfedîn, Şengalê nahiye û gundên wê. Keç û xortên Şengalê xwedî rûmet in bila werin em li hember van çeteyên qirêj şer bikin û Şengalê azad bikin.

BANG LI CIWANÊN ÊZIDIYAN: RÊ VEBÛYE, FERMO WERIN ŞENGALÊ BIPARÊZIN

HAYDAR: Ez Cejna Êzidiyan li tevayî gelê Kurd pîroz dikim. Banga min ji bo her mirovî û Êzîdiyan heye. Werin ji bo azadiya Şengalê. Em Şengalê ji destên van qirêj û hovan derxin. Em niha li Midûriyeta Polîsan a Xanesorê ne, me ev der rizgar kirin. Hevalên PKK’ê û YPG’ê li her derê ne. Di eniya pêş a Şengalê de ne. Banga min ji keç û xortên Êzidiyan re jî heye. Werin em van qirêj û hovên çeteyan ji welatê xwe derxin û welatê xwe azad bikin. Ez bang li tevayî civaka me ya Êzidiyan a li kampan û bi taybet Êzidiyên li Kampa Newroz dikim. Ciwanên li van deveran digotin bila heval rê vekin em biçin şer. Niha rê hatine vekirin, derfet hene. Her kesê bê dikare bi wesayîta xwe li tevayî herêmê bigere. Heta li gel Nexweşxaneya Şengal di destê me de ye. Heyî Nesr di destê me de ye, em dengê xwe digihînin van xort û keçên Êzidiyan werin çek û rext girêdin. Heval ji Îran, Rûsya, Tirkiyeyê yanî ji her welatên cîhanê heval ji bo me hatine. Divê em li ser esasê  fikrên Rêber Apo li gel hevalan cih bigirin. Heval li ber me pir diwestin di eniya pêş de ne. Lewma daxwaza min ji keçên xortên li kampên Iraq û Newroz werin li gel hevalan cih bigirin."

WEKE CIVAKA ÊZIDÎ DIVÊ EM ÊDÎ DIJMINÊN XWE BAŞ NAS BIKIN

MERWAN ŞENGALÎ: Ez jî wek endamekî YBŞ’ê, ez li Xanesorê me. Em wek 4 kom hatin derbasî Xanesorê bûn. Em ketin cihê ku DAIŞ tê de, xwarina wan hê germ bû û ceyrana wan hebû. Em ketin wan malan. Çend malên gel teqandibûn me mal kontrol kirin. Çend mayîn danîbûn ser rê me ew mayîn jî rakirin. Wek hêza Êzidxana pîroz YBŞ’ê û hêza HPG’ê, ji derveyî van kesî li Şengalê şer nekir. Bila hemû cîhan û milet vê zanibin. Wek hêza Êzidxana pîroz YBŞ’ê, banga me li civaka Êzîdî heye, tevlî hêza xwe bibin. Dijminê xwe nas bikin. Zanibin ku dijminên wan e. Tenê ne DAIŞ e, tiştên ku Tirkan jî anî serê me divê em zanibin û bêjin bes e. Li Şengalê 12-13 roj in şer berdewam e. Hêzên HPG û YBŞ’ê li pêş in. Niha nîvê Şengalê me ji destê çeteyên qirêj derxistiye. Em wek hêza Êzîdxana pîroz û gelê Kurd heta hetayê em ê qenciya HPG’ê bînin ser ziman. Ji derveyî HPG’ê kesî alîkariya me nekir. Rê ji me re vekirin, destên wan sax bin.  Em jî heta dawiya xwîna xwe, li pey Serok Apo û fikra wî ne. Ji bilî gotinên Serok Apo em tiştekî nakin.   
Banga min ji civaka Êzîdî û gelên din jî heye, em dixwazin hêza xwe pêş bixin, bên hêzê tevlî me bikin. Li ser vî esasî banga min ji bo ciwanên Ezidî heye. Werin em hêza Êzidxana pîroz bihêz bikin."

WERIN EM XWE BI XWE BIPARÊZIN

ŞAKIR MIRAD: Ez di nav refên YBŞ’ê de me. Kesên em rizgar kirin hevalên PKK’ê bûn. Hevalên me niha li Şengalê şer dikin. Gelek caran di kanala Rudaw de dibêje, pêşmerge nizanim ku derê rizgar kiriye. Lê belê yê ev gel rizgar kir, PKK bû. Ez hemû hevalan spas dikim. 

Em dixwazin hevalên me yên jin û xort werin, tevlî YBŞ bibin. Em xwe bi xwe biparêzin. Em ne girêdayî ti kesekî ne. Hinek dibêjin eger mirov tevlî hevalan bibin nikarin vegerin. Lewma gelek kes nayên. Lê belê ji roja ez li gel hevalan im. Kengî bixwazim dikarim biçim malê. Ez bang li civaka xwe ya Êzidî dikim. Bên cem me, em Şengala azad bikin. Em van axan ji çeteyên qirêj paqij bikin.

BILA DAYIK Û BAV PÊŞÎ LI KEÇ Û XORTAN VEKIN JI BO PARASTINA ŞENGALÊ

KAWA ŞENGAL: Ez jî yek ji endamê rêveberiya YBŞ’ê me. Em derbasî sala nû 2015’an bûn. Em dixwazin YBŞ’ê mezin bikin. Tevlîbûn zehf e. Em dixwazin hê zêdetir be. Ez dixwazim dayik û bav pêşiya keç û xortan vekin û bên hêza Êzidxanê YBŞ’ê mezin bikin. Em ê jî heta dawiya xwîna xwe berxwedana xwe bidomînin.  

 

Cavkani: AFN

  • Keine Kommentare gefunden
Saturday the 27th. kiwex.com - Joomla Templates