Description slide 1 Description slide 2 Description slide 3 Description slide 4

Êzidiyên ez 6 meh in di mercên zehmet de li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin, di 14'ê Çileyê de bi civînekê re Meclîsa Êzidiyên Şengalê ava kirin. Beşdarên civînê diyar kirin ku ev yek ji bo pêşeroja Êzidiyan gaveke dîrokî ye û gotin, "Berdêla wê çi dibe bila bibe Êzidî wê êdî xwe birêxistin bikin."

Di civîna Êzidiyên Şengalê ya 14'ê Çileyê de, ku Meclîsa Avaker a Demkî lê hat damezrandin, rewşa piştî êrîşa DAIŞ'ê derket holê hat nirxandin. Beşdarên civînê, bersiv dan pirsên ANF'ê.

Rêveberê Federasyona Komeleyên Êzidî yên li Elmanyayê (FKÊ) Zerdeşt Gunay ku ji dîasporayê beşdarî civînê bû destnîşan kir, ku eger şert û mercên civaka Êzidî li ber çavan were girt, ev yek gaveke baş a destpêkê ye. Zerdeşt Gunay da xuyakirin ku pêkhateyên civînê ji beşênc uda yên civakê pêk tê û anî ziman ku beşdariya rûspiyan, ciwanan û jinan hêviya wan a ji bo pêşerojê xurtir kiriye. Rêveberê FKÊ Zerdeşt Gunay ragihand ku ji bo konferansa Êzidiyan a di dema pêş de, ev tevlîbûna xurt tê wateya amadekariyê û got, "Di warê rêxistinbûyîn, dîplomasî, maliye û parastinê de komîte hatin avakirin. Nuqteya girîng; rê û rêbazên rêxistinbûyîna siyasî û leşkerî ya Êzidiyan e, rêveberiya wan bi xwe ye. Civîn li ser avakirina rêveberiya Êzidiyan a xwe bi xwe ye."

 

'BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê XWE BIRÊXISTIN BIKIN'

Gunay da xuyakirin ku yek ji mijarên derketiye pêş hêza leşkerî ye û got, "Yekîneyên Berxwedana Şengalê ji bo di parastina gel de bêhtir xwedî bandor bin, wê werin xurtkirin. Di civînê de ev mijar hat nîqaşkirin, tevî hemû kêmasiyan jî ev civîn wê ji gelek pirsan re bibe bersiv."

Rêveberê FKÊ diyar kir ku li ser pêşeroja Êzidiyan êdî ji gotinan wêdetir Êzidî wê bibin xwedî seknekê û got, "Ji bo Êzidiyan her tim gotinên 'civaka kevin, Kurdayetiya rastî' hatin bikaranîn, lê hemû di gotinê de man. Di warê pratîkî de ti derfet nehat dayîn. Eger Êzidî di vê nuqteyê de xwe xurt nekin, xwe birêve nebin, wê her tim li neyînî, li karesatên bi vî rengî rast werin. Encama 'ji 7 heta 70 salî rêxistinbûyîn divê hebe' derket holê. Ev civîn diviyabû zûde bihata lidarxistin. Eger ev civîn beriya niha bihata lidarxistin, civaka Êzidî wê li vê karesatê rast nehatibûya."

Gunay bal kişand ser zexta hin axa, eşîrên derve û hin rêxistinbûyînên siyasî yên li herêmê serdest in, ku naxwazin civaka Êzidî siyasetê bike û anî ziman ku ev yek êdî ji aliyê civaka wan ve nayê qebûlkirin. Zerdeşt Gunay got, "Civaka Êzidî tepisandibûn, nedihiştin civaka Êzidî xwe birêxistin bikin. Lê belê ev dîwar êdî hilweşiya. Berdêla wê çi dibe bila bibe ji bo em xwe li ser piyan bigirin em ê xwe birêxistin bikin."

ROJ JI ŞÛNA XWE DERKET

Serokê Weqfa Êzidiyên li Tirkiyeyê Civaknas Azad Bariş jî, komkujiya dawî vegot û got, "Her sal di 3'ê meha 8'an de civaka Êzidî berê xwe didin rojê û dûa dikin. Lê belê di 3'ê meha 8'an a sala bihurî de civaka Êzidî ji dora rojê hatin derxistin. Lewma nizanîbûn wê berê xwe bidin kîjan alî. Tiştekî welê hat serê wan, ku cihek nedît ji bo berê xwe bidê û dûa bike. Bi gotina astolojîk em dikarin bêjin 'roj ji şûna xwe derket'" û destnîşan kir, ku êrîş li hemberî pergala baweriyê ya civaka Êzidî hatiye kirin.

Serokê weqfê da zanîn ku li gorî baweriya Êzidiyan di demeke kurt de 7 şervanan, 7 milaketên pîroz baskên xwe vekirine, tarîtî çirandine û roj vegerandin. Azad Bariş diyar kir ku hêviyên bi komkujiyê re hatin şikandin, bi vê civînê re ji nû ve zindî bûye û got, "Êzidiyan careke din dîtin ku roj li kîjan alî ye, hêdî hêdî destên xwe şuştin û ji bo tewaf bikin rûyê xwe dane rojê. dema ez îro lê dinêrim dibînim ku karê di nava 40 salan de nehatiye kirin di nava 4 mehan de hatine kirin, moral û baweriyeke xurt derketiye holê. Derxistina DAIŞ'ê ji vê derê jî wê bibe moraleke mezin. Eger ev xebat bi vî rengî dewam bike, bi erêkirina aktorên siyasî yên Kurd re wê Êzidî ji aliyê rêveberên xwe ve werin birêvebirin."

'ME JÎ XWESERIYA DEMOKRATÎK XWEST'

Beşdareke din a civînê Dayê Bihar a li Çiyayê Şengalê anî ziman ku civîn ji bo civaka Êzidî tê wateya tifaqê û diyar kir ku sedema komkujiyê, bêrêxistinbûyîna gelê Şengalê ye. Dayê Bihar got, "Eger me xwe birêxistin kiribûan mirovên me wê neketibûna destê DAIŞ'ê, keç û jinên me wê neketibûna destê DAIŞ'ê. Me ev roj dît, em ji vê civînê gelekî kêfxweş in. Me jî Xweseriya Demokratîk xwest. Li ku dibe bila bibe, kî bixwaze bibe xwişk û birayên me, em ê wan qebûl bikin."

Bihar da xuyakirin ku wan zilm li kesî nekirine, xwişk-biratî xwestine û got, "Ji mirovên me yên li Bakur, Rojhilat, Rojava û Başûr kî bixwaze biratiya me bike, em ê qebûl bikin. Hemû ji gelê me ye, ti cudahî di navbera me û wan de nîne. Em îro li çar parçeyên Kurdistanê tifaqê dixwazin, me gelê xwe dît bûye tifaq, em kêfxweş bûn."

'EM BI PKK'Ê VE GIRÊDAYÎ NE, PKK JÎ BI ME VE GIRÊDAYÎ YE'

Ji beşdarên civînê ji Êzidiyên Şengalî Şêx Xelef Şengo Hesen jî anî ziman ku wan civîna xwe ya 14'ê Çileyê ji bo yekîtiya civaka Êzidî lidar xistine û got, "Bi alîkariya Tawizê Melek û Xwedê, bi pêkhatina tifaqa Êzidiayn re em ê ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar bibin. Bi vê tifaqê re em ê neyên firotin, em ê nekevin destê xêrnexwazan."

Şêx Xelef Şengo Hesen diyar kir ku PKK'ê alîkarî daye wan û got, "Îro ev parçe alîkariyê dide me, yên din ji bo me tiştekî nakin. PKK bi me re ye, em bi wan ve ew bi me ve girêdayî ne, em bi hev re dixebitin. Ti xêra yên din ji me re nîne."

 

Cawkani: ANF

 

  • Keine Kommentare gefunden
Saturday the 27th. kiwex.com - Joomla Templates