Description slide 1 Description slide 2 Description slide 3 Description slide 4

Çeteyên DAIŞ’ê dema ku êrîşê ser Şengalê kirin, bi hezaran kes qetil kirin û bi hezaran jin û keçên ciwan ên Kurdên Êzidî jî revandin. Çeteyan îro li gundê Mekteb Xalid 300 kesên îxtiyar û nexweş berdan.

Li gor agahiyên ketin destê Rojnews, çeteyên DAIŞ’ê îro li gundê Mekteb Xalid 200 jinên Êzidî ên îxtiyar û nexweş berdan. Hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê ji dîlên Kurdên Êzidî yên di destê xwe de îro 300 ji wan berdan.

Evên ku hatine berdan kesên îxtiyar û nexweşin. Lê çeteyan ti ji jinên ciwan bernedane.

Cawkani: Rojnews

  • Keine Kommentare gefunden
Saturday the 27th. kiwex.com - Joomla Templates