Description slide 1 Description slide 2 Description slide 3 Description slide 4

Ji bo Fermandar û Berdevkê YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan ê 23’ê Çileyê li navenda Şengalê jiyana xwe ji dest da, li Çiyayê Şengalê merasîmeke bi heybet hate lidarxistin. Şervanên YBŞ’ê ji bo Tolhildan merasîmeke leşkerî li dar xistin û bi hezaran Êzidiyên li Çiyayê Şengalê beşdarî merasîmê bûn.

 

Fermandar û Berdevkê YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan ku di fermana 73’an de ji derveyî 2 birayên wî hemû malbata wî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatibûn revandin, piştî fermanê beşdarî nava YBŞ’ê bû. Ji bo Tolhildan ê 23’ê Çileyê di Operasyona Azadkirina Şengalê de li navenda Şengalê jiyana xwe ji dest da li Şehîdgeha (Goristana Şehîdan) Şebil Qasim merasîmeke bi heybet hate lidarxist. Malbata Tolhildan, bi hezaran Êzidî, şervanên YBŞ-YPJ-Şengal, HPG û YJA-Star beşdarî merasîmê bû. 

ÊZIDIYÊN ŞENGALÊ BI DIRÛŞMAN CENAZE PÊŞWAZÎ KIRIN

Karwanê merasîmê ku bi posterên mezin ê Berxwedan Tolhildan û alên YBŞ’ê û HPG’ê daliqandibûn, ji Şengalê cenazeyê Berxwedan Tolhildan anîn heta ber Şehîdgeha Şebil Qasim. Êzidiyên ku li konên Serdeşt û seranserî rêya Çiyayê Şengalê dijîn, derketin ber karwane wesayîtan û dirûşên, ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Bijî hêza berxwedana Êzîdxanê’ gotin.

Karwanê ku gihîşt ber Şehîdgeha Şebil qasim, cenazeyê Tolhildan li ser milên bi hezaran Êzidiyan û bi dirûşman birin heta nava şehîdgehê.

Li şehîdgehê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YBŞ’ê ve hate lidarxistin.

PEYAMA KARAYILAN HATE XWENDIN

Piştî merasîma leşkerî Peyama Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Murat Karayılan hate xwendin. Karayilan di peyama de diyar kir ku ew îro zarokekî gelê Êzidî yê hêja, şervanekî leheng ê Şengalê, rêhevalê xwe, fermandarê YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan di axa pîroz de vedişêrin û ji ber wê jî sersaxî ji malbata Berxwedan Tolhildan, gelê Êzidî û gelê Kurd re xwest.

Peyama Karayilan wiha ye;

‘ÇÎROKA WÎ WEKE YA DERWÊŞÊ EVDÎ BILA LI SER ZIMANAN BE’

“Weke em hemû dizanin gelê me yê Êzidî, di dîroka xwe de bi 72 fermanan re rûbirû maye, li hember vê berxwedaniyên pir mezin nişan daye û heta roja me ya îro hatiye. Bi vî awayî ne bi tenê çanda xwe hemû nirxên cewherî yê Kurdistanê di van xakên qedîm de jiyanî kiriye. Hewldana fermana 73’an a bi destê faşîzma DAIŞ’ê pêk hat, weke fermanên beriya xwe ev dîroka resen hedef girtiye. Li hember vê êrîşa hovane ya ku têde bi hezaran însan hatin kuştin, bi hezaran jin û zarok dîl hatin girtin, bi sed hezaran Êzidî bi tî û birçînê re rûbirû ma de berxwedaniyeke ku dîrok ti carî ji bîr nake hate nîşandan. Di vî şerê şeref û rûmetê de bi sedan ciwanên Êzidî, hêzên me yên gerîla û şervanên YPG’ê bi hev re li derdora gelê Êzidî de zincîreke berxwedanê ava kirin û êrîşên DAIŞ’ê şkandin. Di van rojên ku em dijîn de Pêngava Azadkirina Şengal û gelê me yê Êzidî bi serkeftineke mezin tê meşandin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku dewlet û artêşên mezin li hember wan serî ditewînin, weke li Kobanê, li Şengalê jî bin ketiye. Gelê Êzidî yên ku şervan û fermandarên weke Berxwedan Tolhildan leheng xwedî kiriye, li erdên Şengalê yên pîroz di demeke nêzîk de wê bigihêje serkeftinê.

GELÊ ME YÊ HÊJA

Rêhevalê me Berxwedan Tolhildan ku bi sekna xwe ya fedakarî ji rojên destpêkê de di nava refên YBŞ’ê de di nava vê berxwedana dîrokî de cih girt û bi hemû pratîkên xwe xwedî ked bû û di fermandariya YBŞ’ê de cih girt û di qada şer de, di pêngava Şengalê ya ku fermandariya wê dikir de şehîd ket. Weke navê xwe li hember êrişên DAÎŞ’ê heta dawiyê liberxwe da. Fermandar Berxwedan’ê ku heta tola însanên me yên hatine qetilkirin, keç û jinên di bazaran de hatine firotin nehilîne, jiyan ji xwe re heram dihesiband, ti carî ji bîr nekin. Weke Derwêşê Evdî çîroka wî li her derê bêjin. Rêya ku ew têde çûye, rêya şeref û azadiya Şengalê û gelê Êzidî ye. Tekoşîna wî ya 6 mehan a li Çiyayê Şengalê, destana bidawîkirina hemû fermanan e û destana azadkirina Êzidiyan e. Ji ber wê jî xort û keçên xwe yên ciwan beşdarî nava refên YBŞ’e ya ku Fermandar Berxwedan bi destê xwe ava kiriye bikin. Fermana fermandar Berxwedan ji bo me bi vî awayî ye. Ger em dixwazin li ber xwe bidin û tolê hilînin, em guh bidin vê fermana wî.

Em weke HPG û şervanên wê yên fedayî, em soz didin ku em ê li gorî bangawaziya vî şehîdê mezin tevbigerin. Em di wê baweriyê de ne ku di serî gelê Êzidî û hemû gelê Kurd wê di şopa Fermandar Berxwedan de bimeşe.

Di vê bingehê de careke din ji malbata wî, YBŞ’ê û ji hemû gelê me re sersaxiyê dixwazin. Di kesayeta rêheval Berxwedan de di serî de şehîdên Şengalê hemû şehîdên xwe bi minnet bibîrtînin û li pêşiya wan bejna xwe ditewînin.”

‘EM Ê ŞOPDARÊ DOZA WÎ BIN’

Piştî xwendina peyama Karayilan Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî axivî û diyar kir ku fermandar Berxwedan bi nirxê Êzidiyatiyê ve girêdayî bû û ji malbata wî gelek kes ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin, ji ber wê jî yekser piştî fermanê beşdarî nava refên YBŞ’ê bû. Şengalî anî ziman ku Berxwedan Tolhildan bi têkoşîn, berxwedan û fedakariya xwe di demeke kin de bû endamekî rêveberiya YBŞ’ê û axaftina xwe wiha domand; “Em weke gelê Êzidî û bi taybet jî YBŞ’ê xeta Berxwedan Tolhildan ji xwe weke xeta berxwedan, tekoşîn û azdiyê dibinin. Em bangî hemû gelê xwe yê welatparêz jî dikin da ku xwedî li armanc û tekoşîna wî derkeve. Em ê li jiyan û têkoşîna rêhevalê xwe xwedî derkevin û em ê xwedî li bîranîna wî derkevin, em ê xeyalên wî bicih bînin. Em soz didin gelê em ê tola fermandar Berxwedan rakin û heta Şengal azad bibe û gelê Êzidî bi serkeve wê tekoşîn û berxwedana me berdewam bike.”

Bİ QEWL Û BEYTAN HATE OXIRKIRIN

Di merasîmê de birayê Berxwedan Tolhildan jî axivî û got ku birayê wî bi serbilindî, bi xîret, bi şeref têkoşîn daye û di ber axa xwe ye pîroz de şehîd bûye û diyar kir ku wê tola wî li erdê nemîne û sersaxî ji gelê Êzîdî û Şengalê re xwest.

Piştî axaftinan cenazeyê Berwedan Tolhildan li ser milên şervanên YBŞ’ê û dirûşman spartin axê. Pîr û şêxên Êzidiyan li ser gora Tolhildan qewl û beyt xwendin û ew oxir kirin.

Cavkani: AFN

 

Em ji wek Malpera Kiwex ji Malbata Tolhildan unde Rehevalen wi sersaxiye dixwazin u dibejin Ezidiyen Xemdare Ol u Civaka xwe bi Cangori u Reberen wek te serbilindin u we Te hertim bibirbinin.

 

  • Keine Kommentare gefunden
Saturday the 27th. kiwex.com - Joomla Templates