Description slide 1 Description slide 2 Description slide 3 Description slide 4

Meclîsa Êzidiyan a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo malbata Fermandar û Berdevkê YBŞ’ê  Berxwedan Tolhildan sersaxî xwest û wiha got: “Şehîd Berxwedan  nimûneya berxwedanê ya parastina pîrozî û kerameta gelê Êzidî ye.”

Meclîsa Êzidiyan a Şengalê îro bi daxuyaniyeke nivîskî fermandar û berdevkê YBŞ’ê Ednan Silêman (Berxwedan Tolhildan) bibîr anî, sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got, “Em ji bo malbata şehîd Ednan Silêman Elî bi nasnav (Berxwedan Tolhildan) ê li bajarê Şengalê  23’ê Çileya 2015’an şehîd ket û tevahî gelê Kurd sersaxiyê dixwazin.

Meclîsa Êzidiyan a Şengalê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Şehîd Berxwedan Tolhildan li kêleka hevalên xwe bi lehengiya xwe li hemû qadên şer li dijî çeteyên DAIŞ’ê îspat kir, her wiha ew yekemîn bû ku beşdarî Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ)bû û bi fedakariyek mezin li gel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di dema rêyek bi ewle vekirin û bi hezaran kes di dema dagirkirina Şengalê de rizgarkirin û derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.

Em weke Meclîsa Êzîdiyan a Şengalê dibêjin ku şehîd Berxwedan  nimûneya berxwedanê ya parastina pîrozî û kerameta gelê Êzidiye ku rastî hemû cureyên hovîtiyên rêxistina bi navê çeteyên DAIŞ’ê hat û em soz didin şehîd Berxwedan û hemû hevalên wî ku em ê li ser şopa wan bimeşin, gelê Êzidî û hemû axa pîroz a Kurdistanê biparêzin. Şehîdên azadiyê û mirovahiyê namirin. Her Bijî hêza berxwedanê yaYBŞ’ê.”

Cavkani: ANF

  • Keine Kommentare gefunden
Saturday the 27th. kiwex.com - Joomla Templates