Description slide 1 Description slide 2 Description slide 3 Description slide 4

Li gundekî girêdayî Şengalê 28 jin, keç û kalên Êzdî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de hatin rizgarkirin û gihiştin cihên bi ewle. 

Çavkaniyekê ji gundê Herdan ji RojNewsê re ragihand ku îro 28 jin, keç, zarok û kalên Êzdî yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, li gundê Herdan ê Şengalê gihiştin hêzên kurdî û rizgar bûn.

Li gor agahdariyên RojNewsê ew kes bi rêya du ereban hatine rizgarkirin û li Tilehfer girtîbûn. Niha kesên rizgarbûne, gihiştine cihên bi ewle yên di bin kontrola hêzên kurdî de.   Çeteyên DAIŞ’ê roja 3’ê Tebaxa 2014’an Şengal û gelek navçeyên wê dagirkirin.

Di encama dagirkirinê de bi hezaran jin û keçên Êzdiyan hatin revandin û bi hezaran kes jî hatin kuştin.

Quelle: Rojnews.net

  • Keine Kommentare gefunden
Saturday the 27th. kiwex.com - Joomla Templates