Description slide 1 Description slide 2 Description slide 3 Description slide 4

Civata navendî ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) derbarê girtina fermandarê Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) Heyder Şeşo de bêdengî şikand û daxwaza berdana wî kir. YNK’ê di vê derbarê de got: “Her bûyerek di encama vê yekê de derbikeve, aliyê ev kiryar kirî berpirsyare.”

Di daxuyaniya nivîskî ya civata navendî ya YNK’ê de wiha tê gotin: “Şeva 5’ê Nîsanê fermandarê HPŞ’ê, parlamenterê berê yê Iraqê û endamê civata navendî yê YNK’ê heval Heyder Qasim Şeşo li komelgeha Xankê ya girêdayî qezaya Sêmêlê ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hat revandin.” 

YNK di berdewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Dema Şengal hat radestkirin, Êzdî bi jin, mêr, pîr, ciwan, zarok û keçan ve rastî komkûjiyê hatin û hatin windakirin; Heyder Şeşo û hevalên xwe diçin çiyayê Şengalê û çeka berxwedanê hildigirin. Ji bo parastina Şengal, Êzdî û xaka Kurdistanê gelek şehîd û birîndarên wan çêdibin. Ev cihê ecêbmayîn û pirsyarê ye? Ji bilî yên Şengal û navçeyên din radest kirine werin cezakirin, lê kesên Şengal û Êzdiyan diparêzin tên revandin, wekî komekî derveyî yasayê tên binavkirin.”

Di dawiya daxuyaniya civata navendî ya YNK’ê de wiha tê gotin: “Em vê bi tundî şermezar dikin. Em daxwaza azadkirina heval Heyder Şeşo û hevalên wî yên din dikin. Çi bûyerek di encama vê yekê de çêbibe, aliyê ku ev bûyer kirî berpirsyare.”

Quelle Rojnews.net

  • Keine Kommentare gefunden
Sunday the 23rd. kiwex.com - Joomla Templates